Aufruf von 2014 (kurdî)

Kampanya Halim Dener
Hat êşkence kirin. Hat koç kirin. Hat qedexekirin. Hat qetilkirin.

Halim Dener beriya 20 salan li Hannoverê ji aliyê polîsekî alman ve hat kuştin.
Em bûyerên salên 1993/94an bibîrtînin û di çarçoveya rewşa îroyîn a Kurdistan û Almanyayê de li wan dinêrin.
Tevlî meşa navendî bibin

21.06.2014 | Saet 14.00
Hannover | Steintor

Kampanya Halim Dener Bangawazî Mes 21.06.14 (PDF)

Hat êşkence kirin.
Halim Denerê 16 salî di sala 1994an de ji ber zextên dewleta Tirkiye neçar ma ji welatê xwe koç bike. Di wê demê de leşkerên tirk 4.000 gund – di nava wan de gundê Halim Dener ê ku li ser navçeya Çewligê ye – şewitandin. Nêzî 17.000 „kuştinên kiryar nediyar“, winda kirin u êşkence kirinên rojane yên polîs, istixbarat û kontragerîla bûn. Halim bi xwe jî piştî binçavkirinê hat êşkence kirin.
Di van deman de li ser pêvajoya aştiyê tê axaftin, lê heta niha jî rewşa ciwanên kurd di girtîgehên dewleta tirk de nehatiye guhertin: zordarî, êşkence û destavêtina zayendî hîna di rojevê de ne. Li kolanan hîn jî ciwan di pevçûnên bi polîsan re tên kuştin.
Medya alman di derbarê pirsgirêka kurd de bêdeng e. Dewleta alman berêvajî vê bi tekoşîna xwe ya li hember tevgera kurd û şandina çekan û hevkariya leşkerî di çarçoveya endamtiya NATOyê de beşekî çalak ê vê pirsgirêkê ye.

Hat koç kirin.
Halim Dener wekî ciwanekî 16 salî ji ber şer û pevçûnan bi tena serê xwe ji welatê xwe reviya Almanya. Halim Dener ji bo pirsgirêkan ji malbata xwe re dernexîne bi navekî kod serî li wezareta penaberiyê da. Mafê penaberiyê li vî welatî di sala 1993yan de piştî êrîşên nijadperestî yên vekirî li dijî hemwelatiyên biyanî û penaber bi guhertina makezagona bingehîn di pratîkê de hat tune kirin.
Ji ber vê yekê kotaya kêm a pejirandina statuya penaberiyê ji sedî 4.3 yên wê demê heta sala 2006an dakete ji sedî 0.8an.
Îro gelek mirov ji welatên mîna Sûriye û Lîbya ku şer û pevçûn lê hene ji bo jiyanek bi ewle koçî Ewropa dikin. Di nava wan de gelek ciwanên temen biçûk hene ku bêyî malbata xwe dest bi koça dijwar dikin û ji welatê xwe direvin. Penaber û biyanî îro ji gelek caran rastî nijadperestiya wezîfedarên dewleta alman tên.

Hat qedexekirin.
Piștî êrîșên bê mînak ên li dijî gelê kurd li Elmanya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û hemû rêxisinên nêzîkî wê di mijdara 1993yan de hatin qedexe kirin. Pêleka lêpirsîn û girtinan hat dest pê kirin. Bi êrîșên vekirî yên li dijî kurdan hewayek tijî kîn
û tirs hat afirandin. Li gor wê her kurdek PKKyî ye û PKK jî rêxistinek terorîst e. Ev qedexe heta roja îroyîn jî didome û bi awayekî fireh tê bikar anîn. Komel û saziyên kurdan, bi taybetî jî ciwan û çalakvanên xwe nêzî tevgera azadiyê dibînin û xebatên siyasî dimeșînin rastî zextan tên.

Hat qetilkirin.
Halim Dener li Elmanya jî tevlî xebatên siyasî yên tevgera azadiya kurd bû. Halîm Dener dema li bajarê Hannoverê pankartên bi amblema ERNKê bi dîwaran ve dike di șeva 30ê hezîrana 1994an de ji aliyê polîsekî elman ê sivîl ve tê dîtin û ji nêz ve tê gulebaran kirin. Halîm Denerê bi giranî birîndar dibe demekî kurt piștî bûyerê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber ku polîsê kujêr ji aliyê polîsên din ve hat parastin rastiya vê bûyerê heta roja îroyîn jî nehat diyar kirin. Kujêr piștî dozeka nakok a sê salan didome bê sûc tê dîtin.
Ev kuștina ji aliyê polîsan ve hatî kirin ne bûyereka tekakes e. Christy Schwundeck, Oury Jalloh û Achidi John tenê çend kesên dinin ên kuștina wan dengvedayî. Êrîșên polîsan ên tên veșartin û lêgerînên nijadî di rojevê de ne.

Di kesayetiya Halim Dener de gelek tekoșînên li Almanya û tevahiya cîhanê tên jiyîn dibin yek: Nakokiya Kurdistanê – Pirsgirêka șer û koçber bûnê – Zextên li dijî rêxistin û ramanên çepgiran – Êrîșên nijadperestî yên polîsan!

Çîroka Halim Dener û kuștina wî ne bûyerek tekakes e.

Lewra em bang dikin:
Dive hevkariya leșkerî ya Almanya û Tirkiye yê be rawestandin!
Dive Almanya șandina çekan rawestîne!
Dive mafê rûniștinê ji bo her kesî be dayîn!
Dive qedexeya li ser PKK bê rakirin!
Dive êrîșên polîsan bên lêkolîn kirin!

Kampanya Halim Dener

Malper: http://halimdener.blogsport.eu
Têkîlî: halim.dener [li] riseup.net

Gefoltert. Geflüchtet. Verboten. Erschossen.